ÎSTANBUL
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş diyar kir ku wê beşdarî merasima cinazeyê Serokomarê 7emîn Kenan Evren nebin û wiha got: "Ji HDPyê tu kes beşdarî merasima cinazeyê wî bi kesê ku bi îşkence û dardekirinan ve ewqas derd û kul kiriye nav dilê dayikan, nebe."
Demirtaş li Stenbolê beşdarî mîtînga ku li Meydana Bayramtepeya Başakşehirê ji hêla partiya wî ve hat lidarxistin bû û bangî gel kir û ragihand ku HDP hêviya gelên bindest e û wiha pê de çû: "Berdêlên ku xelkê dane gelek in. Em ê rêzê nîşanî wan berdêla bidin û li gor wî siyasetê bikin û heke em biserkevin ew serkeftin wê bi saya we pêk bê."
Hevserokê Giştî yê HDPê destnîşan kir ku HDP rastiya vî welatiyê ye û wiha dewam kir: "Ji bêyî me tu tehma vî welatî dimîne? Dev ji HDPê berdin. Lazime ku hemû partî bikaribin bikevin parlementoyê. Hilbijêrên her partiyî xwedî rûmet e. Heke HDP nekeve parlementoyê wê kî biserkeve?"
Demirtaş ragihadn ku bi rastî xwediyê vî welatê hanê xelk bi xwe ye û wiha pê de çû: "Ey dayikên ku di nav dilê wan de derd û kul hene, di vî şerê ku 40 salî dewam kir de ewladê wê can daye, dayikên polês, esker û gêrîllayan li vî welatî herî zêde aştiyê hûn heq dikin. Ew dayikên ku hesreta aştiyê ne, herî zêde hûn azadiyê, biratiyê heq dikin. Em soz didin we ku em ê dest ji pêvajoya çareseriyê bernedin. Li çiyayên vî welatî heta ku di şûna dengê guleyan de dengê çivîkan neyê em dest ji rêya aştiyê naqetin."
- "Em ê beşdarî merasima cinazeyê Kenan Evren Nebin"
Hevserokê Giştî yê HDPê Demirtaş ji bo mirina Serokomarê 7emîn Kenan Evren axivî û diyar kir ku ew ê wek HDP beşdarî merasima cinazeyê wî nebin û wiha got: "Ew ê merasima fermî lidarbixin. Ka em binihêrin wê kî beşdar bibe. Ji HDPyê tu kes beşdarî cinazeya vî bi kesê ku bi îşkence û dardekirinan ve ewqas derd û kul kiriye nav dilê dayikan, nabe. Ev ji bo wan dayikan neheqiye."