ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) bû mêvan û pirsên der barê rojevê de bersivandin.
Akdogan der barê rewşa dawîn a pêvajoya çareseriyê û operasyonên dawîn de daxuyanî da û got ku pêvajo di sala 2005an de bi axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dest pê kir û bingeha wê jî di bernameya AK Partiyê û danezana hilbijartinê ya AK Partiyê de heye.
Akdogan HDP û tevgera wê rexne kir û wiha axivî: "Eniya statukoyê ya ku em dikarin wekî dujminên Pêvajoya Çareseriyê bi nav bikin, beriya vê hilbijartina dawîn HDP wekî projeyekê bi kar anîn, bi awayê taşeron emilandin. Ango HDPyê xwe bi dijminên Pêvajoya Çareseriyê yên ku di rastiyê de li dijî hebûna wan in, dan bikaranîn. Li vir di rastiyê de li pişt armanca têkbirina AK Partiyê, armanca têkbirina Pêvajoya Çareseriyê û Îmraliyê hebûn."
- "Em rasterast qala pêvajoyeke ku li ser çekdanîna rêxisitinê dikin"
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got ku dema ew behsa pêvajoya çareseriyê dikin ew rasterast behsa pêvajoyeke ku armac çekdanîn be dikin û wiha pê de çû: "Dema ku em dibêjin 'Pêvajoya Çareseriyê' ya dawiyê, em rasterast qala pêvajoya çekdanîna rêxisitinê dikin. Di serdemên borî de di du sê salê carekê de rêxistinê mîna ku panîk atak derbas dike, hin çalakiyên ku pêvajo sabote kir, pêk anî. Rêxistinê ji binî ve stratejiya xwe guherand û êrîşê dewletê kir û hewl da ku hêza dewletê bişkêne. Me, ev piştî êrîşa 2011an şûnde jî dît. Wê çaxê têkoşîneke xurt û berfireh a li dijî terorê pêk hat û hezar û 450 endamên rêxistinê hatin kuştin."
- "Ew bûne makîneya derewan"
Alîkarê Serokwezîr Akdogan li ser gotinên HDPyê ya ku dibêjin 'Haya Serokomar ji hemû hurgiliyan hebû, Serokomar Erdogan ew roj hemû hurgilî dizanibû, her tim biîrtibatê de bûn.' wiha pê de çû: "ew bi giştî derew e. Ew roj tu carî em bi Serokomarê xwe re neaxivîn. Ew her tim derewan dikin, wisa zêde derewan dibêjin ku bûne makîneya derewan. Ez jî wan derewandinê westiyam."
- "Tu gotin tuneye ku di bin vê qubbeyê de nehatibe gotin"
Akdogan bal kişande demokrasiya Tirkiyeyê û got ku her tişt dikare bê axaftin û wiha axivî: "Li vir min jî di axaftina xwe ya di wê rojê de îfade kir. Tu gotin tuneye ku di bin vê qubbeyê de nehatibe gotin, li Tirkiyê demokrasi êdî kemiliye û gihîştiye kapasîteya axaftin û nîqaşa mijarên bi vî rengî. Dezgeha siyasetê bi sernav û jêrnavan ve van meseleyan nîqaş dike. Çarçoveya giştî ya li vir ew e ku êdî ev mijar dikare were axaftin, nîqaşkirin û divê dezgeha siyasetê vî nîqaş bike. Anku li vir çawa ku metnekî hevpar nehat xwendin, wisa jî çarçoveya mutabaqatekê jî nebû."
- "Rêxistinê çend caran got ku 'ez agirbestê dawî dikim'
Akdogan destnîşan kir ku piştî hilbijartinê rêxistinê rasterast biryara çalakiyê da û bi çend caran jî ev anî ziman û wiha axivî: "Yên ku dibêjin 'hikûmetê wiha kir, wiha kir' bila daxuyaniyên rêxistinê binêhêrin. Rêxistinê çend caran got ku 'ez agirbestê dawî dikim. Bila tu kes berpirsyariyê neavêje li ser stûyê hikûmetê. Li holê kuştinên pir eşkere hene, radibin van kuştinan jî wek qurban û zaîyatên ku encama tekoşîna di navbera du tevgerên wekhev dibînin. Ev bi xwe jî tê meneya piştgiriya terorê, divê li vir jî tevgereke eşkere nîşan bidin."
- "HDPyê banga Ocalan ranegihand"
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got ku HDPyê peyamên Ocalan negîhand Qandîlê û wiha axivî: "Ji bo çekdanînê, banga komkirina kongreyê ya Ocalan a di serê sibatê de sê hefteyan bi paş ket. Ocalan bi awayê devkî, nivîskî, bi îmze her cure peyama xwe daye. Lêbelê HDPyê xwe paş daye û ev ranegihandiye."
- "Îmrali ne cihê talk-showê ye"
Akdogan got ku hemû agahiyên ku HDP dide derew in û wiha dewam kir: "Hemû hurgiliyên ku behs dikin bi temamî derew in. Der barê heyeta çavdêriyê de jî hejmar dan, nav dan, gotin wê wiha be, wiha be. Wê rojê jî min daxuyanî da û got ku ev bi giştî derew in. Tînîn vê meselê bi giştî dispêrin heyeta çavdêriyê, lê ev bê mene ye. Lewra Ocalanê bang bikira û ji xwe bang kir jî. Ev bang bi awayekî berfireh gihîşte raya giştî, gihîşte çapemeniyê, gihîşte civaka navneteweyî. Her kesî di vê mijarê de niqaş kir. Hewce nedikir ku ew ji heyeteke din re vê dubare bike. Ji xêynî vê Îmrali ne cihê talk-showê ye ku heyet her tim herin li wir û bên û ew heman peyamê dubare bikin. Ji xwe ev peyam hatiye dayîn. Ji bilî vê bi ya min zêde meneya wê jî nema ye."
- "HDPyê ji bo ku bendavê derbas bibe dawî li pêvajoyê anî"
Akdogan got ku HDP ji bo ku bendavê derbas bibe dawî li pêvajoyê anî û wiha pê de çû: "Wek proje HDPyê xwe da bikaranîn, fatura û malîyeta vê tiştî jî ev bû ku pêvajo kete nav turbulansê û bidawî bû, meneya Îmraliyê nema. HDPyê van hemûyan zanibû, lê bi zanetî xwe da bikaranîn. Ji bo ku bendavê derbas bike HDPyê ev blog wek lom bi kar anî, lê li hember vê pêvajo dawî lê hanîn."
- "PKK û rêxistina paralel hevkarê hevdû ne û kampanyayeke pir qirêj dimeşînin"
Akdogan got ku PKK û rêxistina paralel hevkarê hevdû ne û kampanyayeke pir qirêj dimeşînin û wiha pê de çû : "PKK di mijara DAEŞê de kampanyayeke pir qirêj dimeşîne. Di vê kampanyayê de Rêxistina Paralel jî hevkarê wan e. Ji bo ku li seranserê dinyayê Tirkiyeyê bixin tengasiyê dibêjin, 'Ev piştgiriya vê rêxistinê dikin...' Ji ber ku ew bixwe dixwazin ku DAEŞê wekî lomekî bi kar bînin. Di rastiyê de yên ku vê maskeyê bikar tînin ew in. Têkoşîna li dijî DAEŞê ji xwe re dikin maske û dixwazin rêxistinê meşrû bikin. Hewl didin ku di qada navneteweyî de zemîneke cuda ji PKKyê re çêbikin. Li vir yê ku DAEŞê bi vî hawî bi kar tîne, PKK ye."
- "Wan baweriya ku hebû bi dawî kirin "
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got ku HDPyê baweriya ku hebû bi dawî kir û wiha dewam kir: "Di demên dawîn de ew tiştê ku kirin ve wan baweriya ku hebû bi dawî kirin. Bi van kesên ku evqas derewan dikin, îxanetê li pêvajoyê dikin re ev pêvajo wê çawa dewam bike, ev muema ye. Ji ber vê wan bawerî serobino kirin û ji holê rakirin. Êdî rewşa PKKyê ya ku bibêje 'vê bikin, wê bikin' nema. Heke hêzeke wan hebe, bandoreke wan hebe bila bangî rêxistinê bikin ku ew çekan daynin û ji Tirkiyeyê derkevin. Heke tiştekî ku bê axaftin hebe ew ê piştî vê rewşê bê axaftin."
- "Hemû dinyayê car din dît ku Tirkiye mafdar e"
Akdogan destnîşan kir ku di rojên dawîn de tevdîrên ewlehiyê yên ku tên hildan, operasyonên ku tên kirin û gavên ku tên avêtin serkeftina Tirkiyeyê ya leşikerî ye û wiha dewam kir: "Him hemû dinyayê car din dît ku Tirkiye mafdar e û him jî dîtin ku Tirkiye wek aktorekî lîstikê dikare biguherîne ev gav avêtiye. Her kesî dît ku li dijî Tirkiyeyê tu kes nikare tu tiştekî li herêmê bike. Dîtin ku tu tevger, tu rêxistin û tu saziyên ku dijminatiya Tirkiyeyê bike nikare li vir bicih bibe."
- "Heke Ocalan wan bigre bi ya min wê bi daran ve li wan bixe"
Akdogan got ku ew li ser navê Ocalan derewan dikin û wiha axivî: "Her tim li ser navê Ocalan derewan dikin. Dibêjin 'Ocalan li dijî sîstema serokatiyê ye, li dijî koalîsyona bi AK Partiyê re ye.' Ev hemû derew in. Her tim bi navê Ocalan milet dixapînin. Dema ku wan bi Ocalan re hevdîtin dikir li Tirkiyeyê di wê heyamê de ma behsa koalîsyonê hebû ku Ocalan bibêje 'bi wî re bikin, bi wî re bikin?' Ji ber vê nemesûliyeteke mezin li holê heye. Heke Ocalan wan bigre bi ya min wê bi daran ve li wan bixe û bibêje we her tişt mehf kir."
- "Hevdîtinên koalisyonê"
Akdogan behsa hevdîtinên koalîsyonê jî kir û wiha axivî: "Derî nehatin girtin, lê tura duyem, heyeta pêş û her wekî din çawa ku CHPyê re hevdîtin hatin kirin, di partiyên din re jî hatin kirin û hê tu lihevkirin tune. Lê derî jî nehatin girtin."
- "Em li dijî parti girtinê ne"
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got ku sekneke AK Partiyê ya birêgez heye û li dijî parti girtinê ne û wiha dewam kir: "Em li dijî girtina partiya ne û me hewl da ku em hin verastkirinan bikin ku bila girtina partiyan zor bibe. Fikra me ya dilsoz ew e ku bila kes û şexs bên cezakirin. Lê ev nayê wê meneyê ku kesên ku di nav wê partiyê de xeletî kirine û piştgirî dane terorê û çalakiyan jî neyên cezakirin."
news_share_descriptionsubscription_contact


