USKUP
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ji bo hin hevdîtinên fermî li Makedonyayê ye. Kurtulmuş li vê derê ji bo bûyerên ku piştî bangewaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qewimî got:" Mixabin gelek welatiyên me di van bûyeran de can dan. Mirina van welatiyên me gelo dê bi kêrî kê bê? Ew kesên Tirkiyeyê dikin vî halî gelo bawer dikin ku ew ê kîjan pirsgirêkê çareser bikin? Ji ber vê jî ew pirsgirêkên hanê bi saya aştî, hevaltî, biratî û xweştîdinê hel dibin. Ez carek din dîsa dibêjim, heqê tu kesî tuneye ku aramî û aştiya Tirkiyeyê xera bikin."
Kurtulmuş ji ber bangewaziyê HDPê rexne kir û wiha dewam kir: "Partiya Demokratîk a Gelan bangî gel kir ku gel derkeve kuçeyan. Ev nîşaneya aqilsekinînê ye. Di menaya siyasetê de jî tu mifaya vê tevgerê tuneye. Rêya partiyeke siyasî, erê heke pirsgirêk hebin, divê ev pirsgirêk bi zimanekî demokratîk, bi zimanekî aştiyane bê gotin ku ev gotin kêrî çareseriyê bê. Heke hûn ê bibêjin ku em ê zimanê kûçeyan bi kar bînin, ev nabe siyaset. Navê vê dibe teror û şidet. Ji ber vê çendê divê hevalên me yên HDPyî hişê xwe bidin serê xwe û demildest dev ji vê yekê berdin."
Alîkarê Serokwezîr ji bilî rexneyan gazin jî li wan kesên ku dibin sedema tevliheviyê kir û wiha pê de çû: "Heqê tu kesî tuneye ku mijareke li derveyê Tirkiyeyê diqewime ji xwe re bikin hincet û aramî û aştiya Tirkiyeyê xera bikin."