24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Hadê Bismillah, Hikûmeta me ya Komarê ya 64emîn bi xêr be. Ez hemû wezîrên me pîroz dikim, serkeftineke bixêr dixwazim."
Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pesend kir û Lijneya Wezîran hat eşkerekirin, Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniya xwe ya ewil da.
Yalçin Akdogan wiha got: "Hadê Bismillah, Hikûmeta me ya Komarê ya 64emîn bi xêr be. Ez hemû wezîrên me pîroz dikim, serkeftineke bixêr dixwazim. Ji bo ku ev wezîfeya bişeref da me, ez ji Birêz Serokwezîr û Birêz Serokomar ra sipasiyê dikim. Xwedê nede şermê."