05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
ANKARA
Melayê şiî Ayetûllah Nemr Bakir en-Nemr ê ku di 2yê rêbendanê da li Erebistana Siûdî hatibû ragihandin ku di nava 47 kesên ku hatin idamkirin da ye, bi bandora xwe ya li ser şiiyên li welêt û herêma Kendavê û dijayetiya xwe ya dijî rêveberiya Erebistana Siûdî va dihat naskirin.
Welatiyê Qraliyeta Erebistana Siûdî melayê şiî Ayetûllah Nemr Bakir en-Nemr di 1959an da li rojhilatê bakurê Erebistana Siûdî li Ewwameya li ser herêma Katîfê ku bi rezerva xwe ya neftê ya dewlemend va tê zanîn, hat dinê. Li Erebistana Siûdî ku nifûsê wê dora 30 milyonî ye, tê texmînkirin ku ji sedî 10 an jî 15 jê şiî ne. Piraniya şiiyan li bakurê rojhilatê welat li herêma Katîfê dijîn.
Nemr piştî hîndekariya xwe ya navînî, di 1979an da çû Îranê û dû re derbasî Sûriyeyê bû û perwerdeya xwe kuta kir. Nemr di 1994an da vegeriya Erebistana Siûdî û li Ewwameyê dest bi fealiyetên dînî kir. Li Ewwameyê bi xutbeyên xwe û bi nêrîna xwe ya siyasî va Nemr tesîr li ciwanan kir û wekî rêberê şiiyên welatiyên qraliyetê hat dîtin.
- Hilbijartineke adil û wekhev xwestibû
Muxalefet û rexneyên wî yên tund ên dijî rejim û xanedana Erebistana Siûdî û bandora wî ya li ser şiiyên li welat, bibû sedem ku bala rejima Siûd bikişîne ser xwe. Nemr gelek carî ji ber sûcê ku xelkê dijî rêveberiyê provoke dike û teşwîqê serhildanê dike va hatibû binçavkirin. Di 2006an da jî Nemr ji ber banga wî "li welat bira hilbijartineke adil û wekhev pêk were" hatibû girtin.
- "Emê ji Siûd veqetin"
Di sibata 2009an da li Medîneyê li goristana Cennet el-Baqî hêzên ewlekariya Siûdî midaxaleyê heciyên şiî kiribûn û dû re rageşiyan rû dabû. Li ser vê Nemr daxuyaniyên bêtir tund belav kiribû. Ev jî bibû sedem ku hêzên ewlekariyê zexmtir midaxaleyê protestoyan bike.
Nemr di daxuyaniya xwe da wiha gotibû, "Heger dewam bikin û rûmeta me bişikênin, wêçaxê hemû vebijêrk meşrû dibin. Ji bo parastina rûmeta xwe em dikarin heya wê astê biçin û veqetandina ji vî welatî taleb bikin. Encama wê çi dibe bira bibe, ne girîng e."
Di pêvajoya 2011 Bihara Erebî da jî Nemr doza rexneyên xwe yên dijî rejima Siûdî zêde kir.
Di tîrmeha 2012an da ajansa fermî ya Erebistana Siûdî daxuyand ku Nemr ji ber sûcê ku xelkê tehrîkê serhildanê dike hat girtin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Erebistana Siûdî, Nemr bi sûcên mîna, li Ewwameyê "avakirina hucrika terorê, çêkirina teqemeniya xumalî, êrîşên dijî hêzên ewlekariyê û navendên bazirganiyê, teşwîqa serhildanê" va hat tawanbarkirin.
Nemrê ku di 2013an da darizandina wî dest pê kir, di 5ê Cotmeha 2014an da ji ber sûcê, "teşwîqa protestoyan, sedema fitneyan, muqawemeta dijî hêzên ewlekariyê, bi ser hêzên ewlekariyê de hewla guleberdanê" hat mehkûmkirin.
Piştî ku cezayê idamê dan Nemr, tevahiya şiiyan bertek nîşanî Erebistana Siûdî dan.