VAN
Li herêmê ji ber barîna berfê rêya 538 gundên Wan, Erzirom, Bidlîs û Hekariyê hat girtin.
Li Wanê duh berêvarê berfê dest bi baranê kir û heta destê sibê binavber dewam kir.
Hat ragihandin ku ji ber bagerê rêya 160 gundî hatiye girtin û ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rê dixebitin.
Di daxuyaniya Şaredariyê da hat diyarkirin ku li Edremîtê rêya 2 gundan, li Mikûsê rêya 47 gundan, li Çalidranê rêya 40 gundan, li Çataxê rêya 27 gundan, li Ercîşê rêya 5 gundan, li Gewaşê rêya 10 gundan, li Gurpinarê rêya 16 gundan, li Muradiyeyê rêya 11 gundan ji ber berfê girtî ye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên paqijkirina rê destê sibê dest bi xebatan kirin ku rêyên girtî vekin.
- Mûş
Li Mûşê jî berfê berêvarê dest pê kir û rêya 87 gundên li navend û nevçeyan ji ber berfê hatin girtin.
- Li Hîzanê xwendingeh hatin tetîlkirin
Li Bidlîsê berfa ku duh berêvarê dest bi barînê kir rêya 216 gundan girt. Ekîbên paqijkirina berfê ji bo ku rêyên gundan vekin dest bi xebatên xwe kirin, ekîbên Şaredariyê jî berfa nav bajêr paqij dikin.
Berf herî zêde li Hîzanê barî û tesîreke neyînî kir, ji ber vê yekê li gundên Hîzanê xwendingeh hatin tetîlkirin.
- Erzirom, Hakarî
Li navend û navçeyên Erziromê berf bi navber dibare ji ber vê jî rêya 73 gundan hat girtin. Hat ragihandin ku li Hekariyê jî rêya 2 gundan ji ber berfê girtî ye. Hat ragihandin ku ekîbên Îdareya Taybet ên herdu bajaran jî dest bi vekirina rêyên gundan kirin.
Qalindahiya berfê li Hekariyê 1, li Bidlîsê 23, li Mûşê 14, li Qanê 10, li Erziromê 7, li Agirî, Qers û Erdexanê 4 santên hat pîvandin.