ANTALYA
Li Korkûteliya navçeya Antalyayê 5 zarokên sûriyeyî ji ber xaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin 5 zarokên malbata sûriyeyî ya ku li taxa Yenî Miheleyê dijiya, danê sibê di odeya lê radizan de mirî hatin ditîn. Emrê zarokan di navbera 5 û 15 salan de ye.
Hat diyarkirin ku zarok ji ber karbonmonoksîtê bi jehrê ketine û mirine. Piştî lêkolînên li cihê bûyerê hatin kirin, cinaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Korkûteliyê.
Li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir.