15 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
ANKARA
Parlamentera Batmanê ya HDPê Ayşe Acar Başaran û grûbek parêzer ji bo texliyeya namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattîn Demirtaş serî li Mehkemeya Cezayê Giran ya 19emîn a Enqereyê da.
Başaran û parêzeran piştî daxwaznameya texliyeya Demirtaşê ku ji ber sûcê "rêvebiriya rêxistina terorê" girtî ye, da mehkemeyê, li ber Edliyeya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê.
Başaranê destnîşan kir ku Demirtaş ji 13ê Gulanê pê va bi awayê fermî namzedê serokomariyê ye û xwest ku demildest were berdan.