DIYARBAKIR
Neviyê Mehmetê kurê Elî yê diyarbekirî li Çanakkaleyê cangorî bû û neviyê wî Reşît Canê kû li Başûrê Rojhilat xazî bû, banga yekîtiyê da.
Reşît Canê ku di heman demê de Serokê Şûbeya Diyarbekirê ya Komaleya Sêwî, Bî, Şehîd, Xazî û Seqetên Şer a Tirkiyeyê ye daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Can bi bîr xist ku ji navçeya Heniyê 40 kesên ku di nav wan de kalikê wî jî heye çûn Şerê Çanakkaleyê û wiha got: "Çi bextewarî ye ku em neviyên wan kalikan in. Ji gundê 40 pismam çûn û yek ji wan jî venegeriya. Hemû zewicî bûn û zarokên wan hebûn. Kesên ku ji Bexda, Sûriye, Diyarbekir û ji çar aliyê Tirkiyeyê çûn û bi hev re şer kirin û cangorî bûn."
Can da zanîn ku di Şerê Çanakkaleyê de cudahiya kurd, tirk, çerkes, laz, ereb û sunî nehat kirin û wiha axivî:
"Hemû li Çanakkaleyê li kêleka hev veşartî ne. Mahoyê diyarbekirê yê kurê Hasan li 57emîn Alaya Peyadeyan veşartî ye. Ev cudahî heta duh jî tunebû lê çi bi me hat. Wekî ku Birêz Serokomarê me got, înşallah em dê hêj bi sedan sal di nav yekîtî û bihevrebûnê de bê cudahî vî welatî bibin çend sedsalên din."
-Kalikê wî cangorî ye, ew xazî ye
Can diyar kir ku 20 sal beriya niha dema ku li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê leşkeriyê dikir di pevçûnekî de birîndar bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mertebeyên şehîdî û xazîbûnê ji bavan der basî kuran nabe lê ya me derbas bû, ez çi bextiyar im. Min di sala 1994an de daxwazname nivîsand û bi dilxwazî çûm leşkeriyê. Em çûn gundê Tekeliya girêdayî Şemzînana navçeya Hekariyê. Em di îlona 1995an de ketin kemînê û ez birîndar bûm. Ez bûm xazî, neteweya me em layiqê nasnavê dîtin. Em jî dê bi rûmeteke mezin vê hilgirin. Em dê madalya xwe û rozeta xwe ya xazîtiyê diyariyê zarokên xwe bikin. Bila zarokên me bizanin ku kalikên wan li Çanakkaleyê, bavên wan jî li Başûrê Rojhilat berdêl dan."