Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) der barê bûyerên ku li Cizîrê derketin û 3 kes tê de mirin de, li ber avahiya DTKê banga aqlê selîmtiyê kir.
Partiyî li ber avahiya DTKê civiyan Serokê Bajêr yê DBPa Diyarbekirê Alî Şîmşek li ser navê nûnerên rêxistina civaka sivîl û hunermendan axivî û got ku bi planên komkujî û tedeya li ser gel ve xwestin ku pêvajoya çareseriyê têk bibin, lê serkeftî nebûn.
Şîmşek got ku divê her kes li hember dafika ku li Cizîrê danîn baldar be û bi awayekî aqlê selîm tevbigere. Şîmşek wiha axivî:
"Em ê baldar bibin û bi hev re nekevin vê dafikê. Tişta ku li Cizîrê qewimî, ev pevçûn bi hin kesên ku di pêşerojê de li dijî gelê kurd bi sabiqe ne nîne. Di vê êrîşê de tîmên taybet û suîqestker hebûn. Gelê me bi awayekî aqlê selîm tevgeriya û ji komkujiyê filitî. Em wek Partiya Herêmên Demokratîk di nav kurdan de li dijî pevçûnên navxweyî ne"
Şîmşek got ku divê raya giştî bizanibe ku ev bûyer çawa û çima derket û mebesta van bûyeran çi ye. Şîmşek destnîşan kir, ev çend hefte ye ku li herêmê dixwazin ku di kuçe û kolanan de bûyerên bi vî rengî derxin.
Şîmşek diyar kir, her tim dixwazin ku her tim gelê kurd bixin dafika pevçûnên çekdarî û vê dixin rojevê û got ku ew ê li dijî provokasyon û dafikan her tim derkevin qadan û berteka xwe ya demokratîk bidin nîşan.
Parlementera Diyarbekirê ya HDPê Nursel Aydogan, Alîkara Hevserokê Giştî ya HDPê Meral Daniş Beştaş û hunermend Pinar Aydinlar û şaredar beşdar bûn.