Elif Irmak
14 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2020
Li gor nirxandina dawîn da Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê tê texmînkirin ku îro aliyên bakur, nav û rojavayê welêt hewa parçe û cî bi cî pir ewrawî be.
Li Ege, Rojavayê Behra Reş, peravên Rojhilatê Behra Reş, Kendava Îskenderunê û aliyên Çanakkale, Sakarya, Bîlecîk, Antalya, Burdur, Eskîşehîr û navçeyên bakur ên Çankiriyê îro tavî û taviya bi birqetav tê payîn. Tê texmînkirin ku li cihên din hewa kêm ewrawî û sayî derbas bibe.
Tê texmînkirin ku li cihên baran lê dibare germahî dê 2-4 pile kêm bibe, li cihên din guherîneke girîng çênebe û germahî di asta demsalê da be.