Kaan Bozdoğan
27 Hezîran 2021•Rojanekirin: 27 Hezîran 2021
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Me îro di dîroka pêşketina Tirkiyeyê da rûpeleke nû vekir, me xîmê Pireya Sazlidereyê ya Projeya Qanala Stenbolê avêt."
Serokomar Erdogan ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirin kir û da zanîn ku dê têkoşîna çêkirina berhemên ji bo welat û gel bidomînin.
Erdogan behs kir ku Projeya Qanala Stenbolê di 27ê nîsana 2011an da bi raya giştî ra hat parvekirin û got ku "Ji 11 zanîngehên cuda 51 zanyaran ra bi tevahî 204 pisporan peywir kir. Di xebatên modelkirinê da ji 35 welatên cuda 3 hezar û 500 kesî peywir hilda. Li 304 cihên cuda ji ser 17 hezar qeremêtroyî zêdetir sondaj, 248 etutên jeofîzîk hatin kirin. Li gor xebatên zanistî ji nav 5 alternatîfên cuda xeta herî maqul û berdar hat tesbîtkirin. (Qanal) Dê di nav sînorên Kuçukçekmece, Avcilar, Başakşehîr û Arnavutkoyê cî bigire, 45 kîlomêtro dirêj e û 275 mêtro firehiya zemînê heye, dê 20,75 mêtro kûr be. Li ser Qanala Stenbolê dê 6 pire bên çêkirin."
Erdogan diyar kir ku firehiya di navbera kirîşên Pireya Sazlidereyê ya Qanala Stenbolê ya li ser rêya Başakşehîr-Bahçeşehîr-Hadimkoyê 440 mêtro, dirêjahiya wê ya tevahî 1618 mêtro û fiehiya platformê 46 mêtro ye û da zanîn ku kuleyên ku 196 mêtro dirêj in bi "geometriya dîamondê" hatine sêwirandin.
Serokomar Erdogan got ku bi temambûna aliyê Başakşehîr-Bahçeşehîr-Hadimkoyê emîsyona karbonê dê 32 hezar û 126 ton kêm bibe û ji wextê 641,7 milyon, ji sotemeniyê jî 75,5 milyon bi tevahî di salekê da 717,2 milyon lire teserûf bê kirin.