Elif Orhan
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ANKARA
Wezarata Karên Derve hişyarî da welatiyên tirk ku li Karayîp, Florîdaya eyaleta DYAyê û li qadên dora herêmên navborî ji ber ku tesîra bahoza Irmayê heye heta ku mecbûrî nebe seyahatî van herêman nekin.
Di daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn de hat destnîşankirin ku bahoza Irmayê ya ku li herêma Karayîpê derket holê û wekî "Kategorî 5" a ku asta herî bilind e tê senifandin li Karayîp, Florîdaya eyaleta Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê û qadên li dora herêmên navborî bi tesîr e.
Di daxuyaniyê de nirxandina "Di vê çarçoveyê de heta ku mecbûrî nebe welatiyên me heke seyehatî herêmên navborî nekin dê baş be. Welatiyên me yên ku hê jî li herêmên navborî ne ji bo ewlehiya xwe ya şexsîm divê her cure tevdîrê bistînin, hember geşedanên muxtemel amade bin, di her şertê de hişyar bin û îlanên ku meqamên herêmî dane yan jî dê bidin ji nêz ve teqîp bikin û ev yek gelekî girîng e."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balyozxaneyên Havana, Santo Domîngo, Karakas, Washîngtonê û serqonsolisxaneya Mîamiyê li gor boçûna bahozê ji meqamên herêmî agahiyan distînin û van agahiyan ji ser qenalên çapemeniya civakî dê parve bikin û hat gotin ku "Em tewsiyeyê welatiyên xwe dikin ku digel hişyariyên meqamên herêmî bila îlanên nûnertiyên me yên navborî jî teqîp bikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku welatiyên ku man di bin tesîra bahozê de dikarin bigihên Navenda Bangê ya Qonsolosxaneyê ya Wezaretê û nûnertiyên eleqedar.