Di daxuyaniya wezaretê de der barê peyker de agahî hat dayîn û wiha hat gotin: "Li gundê Yolçatiya Licêya navçeya Diyarbekirê tîmên me yên cendirmeyan, di 19ê tebaxê 2014an de, serê sibê peyker rakirin."
Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Lîceyê der barê li Gundê Yolçatiyê çêkirina peykera Masûm Korkmazê ku endamê PKKyê de biryara destdanînê dabû.
Tîmên ewlekariyê jî serê sibê ji bo rakirina peykerê operesyon kiribû û di operesyonê de kesek mirîbû û 2 kes jî birîndar bibû.