02 Adar 2020•Rojanekirin: 03 Adar 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir Herekata Mertalê Biharê bi serkeftî dewam dike, TSK li hemberî hemû êrîşan bi awayekî herî tund û qasî mislê wan bersiv dide.
Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz şeva duh jî li ser sînorê Hatayê li Ciyê Fermandariyê derbas kir.
Wezîr Akar got ew li hemberî hemû êrîş û gefxwarinên dijî welêt, gel û sînorên Tirkiyeyê tên kirin bibiryar têkoşînê didin.
Ji bo qetlîam û êrîşên rejima Beşar Esed Akar got rejim guh nade agirbesta li Îdlibê, nabêje jin, zar, kal û pîr hema sivîlên bêguneh dikûje, yên ji van êrîşan direvin jî tên li ber sînorên Tirkiyeyê.
- "Herekata Mertalê Biharê ya li Îdlibê bi serkeftî dewam dike"
Akar behsa operasyonên di çarçoveya Herekata Mertalê Biharê da tên kirin, kir û wiha axivî: "Herekata Mertalê Biharê heta niha wek ku hatiye plankirin dewam dike. Li Îdlibê TSKyê li hemberî hemû êrîşan bi awayekî herî tund û bêteredût qasî mislê wan bersiv da û dide jî. Heta îro 2 balafirên şer, 2 ÎHA, 8 firoke, 135 tank, 5 pergalên parastina esmanî, 86 top/obus/ÇNRA, 16 dijetank/hewan, 77 wesayîtên bizirx, 9 depoyên muhîmatê, 2 hezar û 557 hêzên rejimê hatin berterefkirin."
- "Tekane daxwaza me"
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar got ew naxwazin bi Rûsyayê ra şer bikin û wiha dewam kir: "Ji Rûsyayê daxwaza me ew e ku wek welatê garantor wezîfeyên xwe bi cih bîne. Êrîşên rejimê bide sekinandin, ji bo ku rejim vekişe sînorên peymana Soçiyê tesîrê li ser rejimê bike. Her kes dizane ku fikreke me ya em dixwazin bên li hemberî Rûsyayê tune. Tekane daxwaza me ew e ku rejim dev ji qetlîamê berde û bi vî awayî rê li ber tundî û koçê bê girtin. Wek ku tê zanîn piştî êrîşa bêbext a li Îdlibê ya di 27ê Sibatê da Herekata Mertalê Biharê hatibû destpêkirin."
Ji bo şehîdan Akar got rehma Xwedê li wan be û xaziyan jî bi başî bi bîr anî û dilsoziya xwe nîşanî malbatên wan da.