Tobbaş li Serokatiya Bajêr a Îstanbulê ya AK Partiyê der barê hilbijartinê de axivî. Topbaş sipasiya stenboliyan, teşkîlata partiyê û Serokwezîr Erdogan kir.
Topbaş daxuyand ku ew dê xizmetên xwe bidomînin û wiha axivî: "Ev peyameke cuda bû. Gel qebûl nekir ku li ser îradeya wan îpotek bê dayîn û eşkere kir ku serokatiya Serokwezîrê me çiqas mafdar e. Me ji gelê xwe bawer dikir. Hêvî dikim ku ev hilbijartin ji bo pêşveçûna demokrasiyê bibe gavek. Ev pêşbaziyek bû. Di vê pêşbaziyê de Stenbolê û Tirkiyeyê qezenc kir."
Topbaş daxwaz kir ku pêşeroj ji hêla pêşbaziyê ve cuda bibe û wiha got: "Me bi hev re dît ku li vî welatî lîstikên ku ji bo manîpulasyonê tên kirin çawa xirab bûn. Bawer im ku ew ê jî êdî li ser xwe ve werin û dê bibêjin ku 'Me çi kir feyde nekir. Vî gelî ev lîstik xirab kir."
Topbaş ji bo encama hilbijartinê daxuyand ku ew bi şanaz e û wiha got: "Bila ray bide me an nede ne girîng e, ez dê bi şanaz bibim ku xizmeta hemû stenboliyan bikim."