AGIRÎ
Li Eleşgirta navçeya Agiriyê kamyona ku bi telîsên kayê barkirî bû, di bin serbihurê de asê ma.
Kamyona bi plakeya 47 KP 826an ku ajokarê wê jî Ensarî Yildiz bû û ji Diyarbekirê ber bi Agiriyê ve diçû li Taxa Esentepeyê nêzî otogarê di bin serbihurekê de asê ma.
Piştî 3 saetan kamyona ku asê bûbû ji bin serbihurekê xelas kirin.
Ajokarê kamyonê Ensarî Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Dema ku ez ji Diyarbekir hatim di bin gelek serbihurekan de derbas bûm. Lê di bin vê serbihurekê de ez asê mam. Xwedê kir ku lempa hebû û ez hêdî dihatim heke wisa nebuya qezayeke mezin dê biqewimiya."
Welatiyan jî diyar kirin ku sedema qezayê bilindkirina rê ye û di bin vê serbihurekê de qezayên wiha her tim diqewimin.