MARDÎN
Li Mardînê, ji ber ku kuçe teng û bi nêrdiwan in, komkirina gemaran pir zehmet e. Şaredarî bi salan e ji bo paqijiyê kerên biqadro dixebitîne. Her wiha kerên ku ji aliyê şaredariyê ve girtine qadroyê roja cejnê jî bi rêk û pêk tên xebitandin.
Xebatkarên şaredariyê bi kerên ku li gel xwe digerînin gemarên ber deriyan kom dikin. Bi vî awayî bajar her tim pak û paqij e. Hat diyarkirin ku şaredarî 60 ker girtine qadroyê.
Serokê Şaredariya Mêrdînê Mehmet Beşîr Ayanoglû ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew bi munasebeta cejnê bê navber dixebitin û got: "Em di çarçoveya Projeya Veguherîna Dîrokî de xebatên xwe yên binesazî û seravayê didomînin. Armanca me ev e ku em bajar bi tevahî restore bikin."
Di kuçe û kolanên teng de dixebitin
Bermayinên 25 taxên teng û dîrokî yên Mêrdînê bi salan e bi alîkariya keran tên berhevkirin. Xabatkarên paqijiyê yên şaredariyê sibehê zikê kerên biqadro têr dikin, kolan bi kolan digerin û bermayiyan berhev dikin. Ker rojê 8 saetan tên xebitandin.