Türkan Tosun
09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
ATÎNA
Li behra Egeyê keştiya penaberan li nêzîkî girava Bulamaçê binav bû. Di qezayê de jê 5 zarok 11 kes mirin û 13 kes jî winda bûn.
Li gor agahiyan tîmên Ajansa Parastina Sînor a YEyê (Frontex) li ser îxbarekî çûn cihê bûyerê. Tîman ji behrê 26 kes sax xilaskirin. Jê 5 zarok cesedê 11 kesan ji behrê derxistin.
Ji bo ku 13 kesên winda bên dîtin jî tîmên qeraxa ewlehiyê ya Yewnanîstanê dixebitin.