ÎSTANBÛL
Rektorê Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê Prof. Dr. Remzî Sanver got: "Hebûn û nasnameya kurdan li Tirkiyeyê rastiyek e û îro li zanîngehê jî eleqeyeke mezin dibîne û ev jî me bextewar dike."
Konferansa bi navê "Di Salên 1990î de Kurd û Kurdistan" ya ku ji aliyê Yekeya Xebatên Kurdî ya Zanîngeha Bilgiyê, Civata Çand û Ramanê ya Zanîngeha Bilgiyê û Kovara Toplûm û Kûramê ve di çarçoveya xebatên akademîk de tê lidarxistin dest pê kir.
Konferans li Kampusa Kûştepeyê ya Zanîngeha Bilgiyê tê lidarxistin û dê 2 rojan berdewam bike. Ji nav welêt û derveyî welêt gelek akademisyen û lêkolîner beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi kurdî hat kirin û Rektorê Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê Prof. Dr. Remzî Sanver di vekirina konferansê de axivî. Sanver destnîşan kir ku li Zanîngeha Bilgiyê der barê nasnameya kurdan û pirsgirêkên kurdan de civînên cihê tên lidarxistin. Sanver di axaftina xwe de li ser xebatên zanîngehê sekinî û wiha got: "Em civînên akademîk û ji siyasetê dûr li dar dixin. Divê ez vê bêjim, zanîngeh ew der in ku bi şertê ku tundiyê red bikin, divê her fikr û raman werin nîqaşkirin. Ev jî zanîngehan ji saziyên din cihê dike. Armanca me ew e ku em ji bo fikr û ramanên azad bibin platform. Em di vî warî de serkeftinên xwe dibînin û kêfxweş in. Hebûn û nasnameya kurdan li Tirkiyeyê rastiyek e û îro li zanîngehê jî eleqeyeke mezin dibîne û ev jî me bextewar dike."
"Em girîngiyê didin ku kurdî di warên akademîk de were emilandin"
Serokê Civata Çand û Ramanê Hişyar Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir cara ewil e ku di qada akademîk de li ser mijara "Di Salên 1990î de Kurd û Kurdistan" konferansek tê lidarxistin û tê de ev mijar tê nîqaşkirin.
Aydin diyar kir ku zimanê konferansê kurdî ye û wiha got: "Heke ku kurd û Kurdistan were nîqaşkirin, ji hêla zanistê ve pêwîst e ku zimanê konferansê bi kurdî be. Em wek Civata Çand û Ramanê jî girîngiyê didin ku kurdî di warên akademîk de were emilandin."
Aydin destnîşan kir ku salên 1990î bi her awayekî demeke tarî ye û wiha axivî:
"Di salên 1990î de mirov hatin kuştin û gund hatin şewitandin. Ev li tu derekê nayê nîqaşkirin. Tenê hin tişt tên gotin û ev jî di bingeha xwe de polîtîk in. Xebatên akademîk nayên kirin. Divê ev were kirin. Heyamek heye û ev heyam him di dîroka Tirkiyeyê de û him jî di ya Kurdistanê de heyameke tarî ye. Çima ev heyam neyê zelalkirin? Dê kî zelal bike? Armanca me ew e ku ev heyam were zelalkirin, paşê nexşerêyekê xêz bikin û ji bo aştiyê şert û mercan ava bikin. Ji bo ku em di şert û mercên azad de bijîn û van şertan ava bikin."