13 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2019
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) ji ber cezayê wî yê di sicîla edlî de, mezbeteya Abdullah Aksakê Şaredarê Ceylanpinara nevçeya Şanliurfayê betal kir.
Li gorî agahiyan bi sedema hebûna qeyda sicîla edlî ku rêgirê hilbijartina wî ye, li şaredartiya Aksak îtîraz hat kirin.
Îtîraz hat rojeva LBHê. LBHê tesbît kir ku di qeyda arşîva sicîla edlî de biryara mehkûmiyeta Aksak heye û ev jî ji bo hilbijartina wî rêgir e û LBHê ji ber vê sedemê mezbeteya wî betal kirin.
Şardarê nû yê Ceylanpinarê dê bi hilbijartina di Meclisa Şaredariyê de bê diyarkirin.