VAN
Li Vanê ji bo Çawûşê Pispor Ziya Sarpkayayê ku li Şemdînliya navçeya Hakkariyê bi destê endamên rêxistina terorê hat cangorîkirin, merasim hat lidarxistin û piştî merasimê cinaze şandin welatê wî.
Çawûşê Pispor Ziya Sarpkaya li Fermandariya Tûgaya Hidûd ya 34em ya Fermandariya Hêzên Bejahî wezîfedar bû. Sarpkaya li navçeya Şemdînliyê dema ku ji şaxa bankeyê pere dikişand, rastî êrîşeke terorîst hat û cangorî bû. Ji bo Sarpkaya li Fermandariya Fîloyê ya Firokeyê ya Fermandariya Kolorduyê ya Cendirme Asayîşê ya Vanê merasim hat lidarxistin.
Di merasimê de kurtejiyana Sarpkaya hat xwandin, Miftî Nîmetullah Arvas dia kir û paşê cinaze bi balafirê şandin Boluyê. Tabûta cinaze li alaya tirk alandî bû û şandin welatê wî.
Walî Îbrahim Taşyapan, Fermandarê Kolorduyê yê Cendirme Asayîşê Korgenaral Abdullah Barutçu, Serdozgerê Komarê Savaş Duzgun, Midûrê Emniyeta Bajêr Mahmut Karaaslan, midûrên saziyan, nûnerên saziyên sivîl û esker beşdarî merasimê bûn.