ÎSTANBUL
Li 4 bajarî ku navend Stenbol e, li dijî endamên DAEŞê operasyon hat kirin û di operasyonê de 3 jê biyanî 21 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê di encama teqîba teknikî û xebatên lêgerînê de li Riha, Mêrsîn, Kocaelî û li 13 navçeyên Stenbolê operasyon birin ser 29 navnîşanî.
Di operasyonê de 3 jê biyanî 21 kesên ku tê îdiakirin endamê DAEŞê ne hatin binçavkirin. Tê destnîşankirin ku kesên hatin binçavkirin ji rêxistinê re meriv temîn dikin.
Di lêgerînê de 2 tiving, gule, melzemeyên rêxistinê, amûrên dijîtal û cil û bergeên leşkerî hatin dîtin.
Kar û barên gumanbaran li ewlehiyê dewam dike.