Orhan Pehlül
11 Îlon 2023•Rojanekirin: 18 Îlon 2023
Li Adiyamanê çinîna behîvan ya ku tê çaverêkin rekolteya wan 26 hezar ton be, destpê kir.
Li bajêrê ku di hilberîna behîvan de di rêza yekê de ye, îsal ji ber qeşaya zîraî tê çaverêkirin rekolteya wê 26 hezar ton be.
Li baxçeyê behîvan ê biqasî 115 donimî ku li nêzîka gundê Haci Yusufa girêdayî navçeya Kahtayê hatiye danîn, hesada pêşî hat kirin.
Waliyê Adiymanê Osman Varol di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de hêviya bereketa di hesada behîvand e xwest.
Varol anî ziman ku bajar di hilberîna behîvan de di asta seranserê Tirkiyeyê de di rêza yekemîn de ye û wiha pê çû:
"Di hilberîna behîvan de Adiyamana me di rêza yekemîn de ye. Di esil de ev serlkeftinek e ku di periyodeke diyarkirî de hatiye bi dest xistin. Di vê serkeftênê de cotkarên me xwedî pareke mezin in. Hinek piştekên dewletê jî hene. Qada çandiniyê ya ku îro gihiştiye 110 hezar donimî, ji bo ku bibe baxçeyên çandî, hewleke mezin lazim e."