ADIYAMAN
Li Adiyamanê mînîbusa serwîsê û otomobîl li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, mînîbusa serwîsê ya ku Remzî Keleş ew diajot li Kolana Turgut Ozala li Taxa Sumerevlerê bi otomobîla ku Yaşar Akay ew diajot û nişka ve derket ser rê re qelibî.
Di qezayê de ajokarê otomobîlê û Davut Akay, Bulent û Nîlufer Koselera ku ligel wî bûn, birîndar bûn.
Ekîbên Serwîsa Acîl a 112yê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Adiyamanê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.