Abdullah Söylemez
07 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2021
Li Agiriyê ji ber mij û xumama zêde li ser rêyan mesafeya dîtinê kêm bû û lewma jî di çûn û hatinê da astengî derdikevin.
Li bajêr mij û xumama ku serê sibehê dest pê kir, ber êvarê tesîra xwe zêdetir kir.
Mija ku nexasim li navenda bajêr û navçeya Elajgirê tesîra xwe nîşan dide, bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajêr ji ber mijê mesafeya dîtinê li cih cihan daket heta 5 metreyan, lewma jî li ser rêbejaya Agirî-Îran, Agirî-Erzirom û Agirî-Wanê û her wiha li kolanên bajêr ajokar di ajotina wesayîtan da zehmetiyê dikişînin. Ajokar li van rê û kolanên navborî farên wesayîtan vêdixin û hêdî hêdî wesayîtan diajon.
Ajokar Harun Polat ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji ber mij û xumamê mesafeya dîtinê pir daket û lewma jî divê ajokar bêtir baldar bin.