Muhammet Ali Ateş
23 Îlon 2024•Rojanekirin: 25 Îlon 2024
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê baran û zîpikê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li navçeyê ji ber baran û zîpika ku piştî nîvro bariya, li ser kuçe û kolanan av gol bû.
Welatiyên ku ji bo baranê bêtedbîr bûn, ketin kargehan û her wiha xwe dan ber taldeyê avahiyan da ku şil nebin.
Li hin cihan jî ajokarên wesayîtan ji ber teqalên avê yên li ser rê, zehmetî kişandin.