Li Panosa navçeya Agiriyê terorîstan êrîşî îstasyona neftê kirin. Terorîstan di êrîşê de 7 makîneyên kar şewitand.
Li gorî agahiyan li Şaredariya Dedeliya girêdayê navçeyê, endamên rêxistina terorê bi şev êrîşî febrîqeya betonê û îstasyona neftê ya birayê Şaredarê Dedeliyê Veysî Dûrak, kir.
Li her du cihên kar jî terorîstan demekê nehişt karker bixebitin. Endamên rêxistinê yên ku molotof avêtin biroya îstasyona neftê, berê xwe dan febrîqeya betonê ya li kêleka îstasyonê. Li vira jî mazot bi ser 2 pompeyên betonê û 5 mîkserên betonê de kirin û agir berdanê. Li ser banga kesên derdorê tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û agir vemirandin. Di bûyerê de 7 wesyît bi tevahî şewitîn.
Şaredarê Dedeliyê Dûrak piştî bûyerê daxuyanî da û got ku teselliya wan ew e ku di bûyerê de tiştek bi kesî nehat. Hêzên ewlehiyê ji bo terorîst bên girtin dest bi operasyoneke berfireh kirin.