Abdullah Söylemez
01 Îlon 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Li Agiriyê par ji ber ku hişkesalî bû, îsal baran zêde barî, xêr û bereketa îsal ji ya par zêdetir e. Cotkaran genim û cehê xwe yê îsal dirût û ji bo ku bifroşin li pêşiya Amirtiya Ajansê ya Agiriyê ya Ofisa Dexl û Den (TMO) ketine dorê.
Li bajarê ku xêr û bereket lê zêde ye, bi taybetî ser eraziyan ceh û genim tê çandin. Nandirûna îsal jî êdî ber bi kutabûnê ye.

Ji ber ku par hişkesalî bû, xêr û bereketa dexl û den jî kêm bû, lê îsal bi taybetî barana ku biharê barî, xêr û bereket zêde kir.
Parlamenterê Agiriyê yê AK Partiyê Ekrem Çelebî ofîsa genim ziyaret kir û bi cotkaran ra sohbet kir.

Çelebî ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal li Agiriyê xêr û bereketa hemû berên çandiniyê zêde bû.
Çelebî ji bo ku dîroka kirînê ya dexl û denan dirêj kir, spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got, "Em îsal li bendê ne ku ji 60 hezar tonî zêdetir dexl û den were. Rojane 700-800 ton dexl û den berhev dibe."