Anıl Aydın,Günay Nuh,Fırat Atmaca
09 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2024
Li navenda bajêr a Erdexanê û li deverên bilind ên Agiriyê berf ket.
Li Erdexanê serê sibê berf barî. Bi ketina berfê ra navenda bajêr û navçe spî bûn.
Li deverên bilind ên bajêr ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî çênebe ekîb li ser kar in.
Zarok bi ketina berfê şa bûn û bi berfê leyîstin.
- Agirî
Li Agiriyê jî li deverên bilind berf ket.
Li bajarê ku hewa lê sar e, robaran cemed girt.
Dîmena robarên ku cemed girtin û çiyayên ku di binê berfê da man, bi droneyê hatin kişandin.