Zekeriya Karadavut,Ağıt Erdi Ulukaya,Yasin Şahin
07 Hezîran 2023•Rojanekirin: 07 Hezîran 2023
Waliyê Aksarayê Hamza Aydogdu eşkere kir, li navçeya Ortakoyê balafireke perwerdeyê ya sivîl ket û 2 kesên tê da birîndar bûn.
Walî Aydogdu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, balafira perwerdeyê ya ji Stenbolê rabû, ji ber erizeya motorê ket ser zeviyeke di navbera gundên Bozkir û Sarikaramanê yên navçeyê.
Aydogdu got, di balafira perwerdeyê ya şîrketeke taybet da du pîlot hebûn û wiha dewam kir, "Ket ser zeviyeke 700 metre dûrî otobanê. Bi têlefonê min bi pîlotan ra xeberda, rewşa wan baş e."
Aydogdu her wisa destnîşan kir ku her du pîlot birîndar bûn û birîndar jî bi destê ekîbên gihîştin cihê qezayê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Eşkere bû ku pîlot Hakan Zengin û Hakan Gokturk in.