RÎZE
Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê Veysel Eroglu çû Hopaya navçeya Artvînê û li vir digel Walî Kemal Cîrît, Parlementerê Artvînê yê AK Partiyê Îsrafîl Kişla, Qaymeqam Mehmet Alî Ozkan û heyeta bi pê re çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hopayê û birîndar ziyaret kirin. Dû re Eroglu ekîba AKUT û AFADê pîroz kir û li Qaymeqamtiyê bi maseya krîzê re civînek pêk anî.
Wezîr Eroglu piştî civînê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê roja yekşemê hişyarî da ku li herêmê baraneke gumrah heye û wiha got: "Herwisa bi destê şaredarî û qaymeqamtiyê jî welatî hatin îqazkirin."
Eroglu bal kişand ku baran pir gumrah bû û wiha xeberda: "12 saetan di saetê de 250 mîlîmêtro baran barî û serê mêtroçargoşeyê 255 kîlogram baran barî. Mixabin di encama bobelatê de hin hezaz qewimîn, 6 welatiyên me di van hezazan de mirin, ji xeynî vê 2 welatiyên me jî di ro de çûn. Keçeke me jî wenda ye û ekîbên me dê pêra pêra dest bi xebata lêgerînê bikin. Bi tevahî hejmara kesên ku mirin 8 in, yek jî keçeke me wenda ye."
Ji hêla din hat daxuyandin ku di encama xebatan de gihîştin cesedê Nermîn Demîrciya wenda.