İSTANBUL
Bombeya ku di nav pankarteka ser navê rêxistineke terorê ya çepgir de hatibû pêçandin û li Îkîtelliyê danîbûn baxçê rojnameya Starê, bi destê hêzên ewlehiyê hat îmhakirin.
Wezîfedarên êwlehiyê yên ku qabloyên bombeya ku di nav pankartekê de hatibû pêçandin û danîbûn baxçê avahiya rojnameyê ya ser Rêya Basin Ekspresê dît û li ser vê agahî da polêsan.
Ekîbên polêsa li ser agahiyê hatin cihê bûyerê, derdora baxçe tewdîrê ewlehiyê hildan û bangî ekîbên îmhakirinê kirin.
Pisporên bombeya di nav pankarta ser navê MLK-Pya rêxistina terorê hatibû amadekirin teqand.
Ekîbê polêsan piştî lêgerîna delîlan, kameraya ewlehiyê ya avahiyê nirxand.
Ji bo qefaltina kes an kesên ku bombe danîn baxçe xebat dan destpêkirin.
Daxuyaniya Koma Star Medyayê
Koma Star Medyayê wiha daxuyand: "Em cardin dixwazin bibîrbixin ku xebatên komên terorê yên dijî Medya Stara ku her tim rastiyê radigihîne gel, lîstikên gayrî netewî yên ser Tirkiyê tên lîstin deşîfre dike û tu caran bê deng namîne, nikare têk bibe û dengê wê bibirîne."