Önder Beyter
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2019
Li Behra Spî li peravên başûrê Girava Rodosê bi mezinahiya 4,3 pileyî erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera AFADê, di saet 04.02yan da li peravên başûrê Girava Rodosê bi mezinahiya 4,3 pileyî lerzek hat tomarkirin.
Hat tesbîtkirin, navenda lerza ku qedera 7 kîlometreyan di binê erdê da çêbû, 155 kîlometre dûrî Marmarîsa navçeya Muglayê ye.