02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bitlîsê 38 bombeyên destan ên rêxistina terorê PKKyê di hundirê bîdonekî da çalkirubûn hatin dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku di encama xebatên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê da li tanga taxa Kuçuka ser gundê Tokaçliyê 38 bombeyên destan ên rêxistina terorê PKKyê yên ku tîp û modêlên wan cuda ne û di hundirê bîdonekî hêşîn da çalkirî bû, hat bidestxistin.
Herwiha di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku bombeyên destan ên qefaltî li ser telîmata Dozgerê Komarê yê Tetwanê hildan bin mihafezeyê û wiha hat gotin, "Fermandariya Cendirmeyên Herêma Bitlîsê wê bi alîkariya xelkê me yê herêmê va têkoşîna xwe ya dijî terorîstan bênavber bidomîne."