Buğrahan Ayhan
01 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2025
Li Gemlika navçeya Bursayê di saet 12.57an da bi mezinahiya 4,2yê erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) navend navçeya Gemlikê bi mezinahiya 4,2yê erdhejek hat tomarkirin.
Erdheja ku li bajarên derdorê jî pê hesiyan, hat tesbîtkirin ku bi qasî 10,14 kîlometroyan di binê erdê da çêbûye.
Li heman navçeyê saet 11,47an bi mezinahiya 3,9ê erdhejeke din çêbûbû.