BÎNGOL
Li Karliovaya (Kanîreş) nevçeya Bîngolê perwerdeya ajokariyê dan ajokarên serwêsê xwendekaran yên ku xwendekaran ji gundan tînin û dibin.
Semînera perwerdeyê li Wargeha Lîseya Meslekî ya Qîzan hat dayîn. Wezîfedarên Midûriyeta Şaxa Tirafîkê ya Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê di semînerê de qala ewraq û hacetên ku dibê her tim di serwêsan de hebin kirin û rê û rêzikên ku dibê ajokar rind bizanibin nîşan dan.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Alî Yildiz di semînerê de axivî û destnîşan kir ku ewlehiya xwendekarên ku malbatên wan teslîmî ajokarên serwêsan kirine zehf girîng e û dibê ajokar ji bo tiştên neyînî baldar û hişyar bin.