17 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
ANKARA
Li Cizîrê 12 mensûbên rêxitina cudaxwaz a terorê hatin kuştin.
Li gor agahiya li ser malpera Sererkaniyê, 12 mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin kuştin. Bi van va hejmara kuştiyan derket 320î.
Di operasyonê da tivingeke nêçîrê, bombeyeke destan, dûrbîna çekê ya termal, qamerayek, du bêtêl, 100 fîşengên keleşkofê, amûrên ku pê teqemeniyê çêdikin, hatin bidestxistin. Her wiha heşt teqemenî hatin îmhakirin, sê barîkat hatin rakirin, du hendek hatin dagirtin.
Li Sûra Diyarbekirê jî pênc barîkat hatin rakirin, du teqemenî hatin îmhakirin.
- Li Bazîdê 6 binçavkirî
Li Bazîda navçeya Agiriyê jî 6 kesên ku li gor tesbîtê alîkarî didan rêxistina terorê, hatin binçavkirin.
Li mala van lêgerîn hat kirin û gelek ewraq û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Li Elbeyliya Kilîsê jî 5 kes û 2 zarokên ku li gor texmînê mensûbên DAEŞa rêxistina terorê ne hatin girtin. Wê bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibûna.