ŞIRNAK
Walîtiya Şirnexê diyar kir ku hejmara kesên di bûyerên li Cîzreyê de mirin derket 3yan.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku Bariş Dalmaşê ku di bûyeran de birîndar bûbû û ji bo dermankirinê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîreyê tevlî hemû mudaxeleyan mir.
Ji bilî vê dîsa di heman daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Nasnameya kesekî ku di beşa nexweşiyên giran de tê dermankirin jî hê jî nehatiye eşkerekirin."
Li taxa Nûrê ya Cîzreyê ji ber ku dengê guleyan hatibû ekîbên ewlehiyê sewqî herêmê hatibûn kirin. Di bûyeran de Yasîn Ozer û Abdullah Denîz miribûn û Nedîm Kultur, Hakim Bûdak û Hekim Kasirga jî birîndar bûbûn.