12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2015
ÎRBÎD
Mitefekirê misrî Prof. Dr. Zaxlul en-Neccar got ku Tirkiye hêviya misilmanan e, lê li dijî Tirkiyeyê komployên mezin hatin çêkirin.
Neccar li Îrbîda bajarê Urdunê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û êrîşa terorê ya li Enqereyê şermezar kir û wiha axivî: "Tirkiye hêviya misilmanan e. Tirkiye li gor şert û mercên vê sedsalê dijî û ji bo pêşketinê, wesîleyan bi kar tîne. Aborî di serî de ji bo pêşketinê ji nirxên xwe yên manewî tawîzê neda û gelek serkeftinên mezin bi dest xistin."
Neccar wiha axivî: "Li dijî Tirkiyeyê komplo hatin çêkirin. Ji bo ku Tirkye ji şerê dijminê îslam û misilmanan were parastin, em dia dikin. Welatên Ewropayê ji bo Tirkiyeyê xêrxwaz nînin. Tirkan di navbera misilmanan de cudatiya misilmantî û nemisilmantiyê nekir, mirov wek hev girtin."
Neccar li ser êrîşên ku Rûsya dibe ser Sûriyeyê sekinî û got ku ji yekîtiya misilmanan ditirsin û wiha dewam kir:
"Sepanên li Sûriyeyê wê li Iraqê, Misrê, Yêmen û Lîbyayê jî werin sepandin. Divê misilman pê bihisin ku hedafa wan têkbirina alema îslamê ye."
Zaxlul en-Neccar di sala 1933yan de li Misrê hatiye dinê. Di 1955an de li Zanîngeha Kahîreyê Fakulteya Fenê bi dereceya yekemîn dêr çûye. Li Zanîngeha Walesê ya Îngilistanê di beşa Jeolojiyê de doktora kiriye û di sala 1972yan de ji heman zanîngehê unwana profesortiyê hilda. Li ser tefsîra Qur'anê ya Zanistî lêkolînên zanistî yên girîng kirine. Li gelek welatan li zanaîngehan ders daye û beşdarî sempozyûma bûye. Neccar avakarên Komîsyona Mûcîzeyên Zanistî ya Qur'ana Pîroz a Dinyayê ye.