DIYARBAKIR
Li navçeya Çinara Diyarbekirê leoparekî êrîşê şivanekî kir û şivan birîndar bû.
Kasim Kaplan (29) û kurê apê wî Mahmut Kaplan li gundê Solmazê ya ku 10 kîlometre nêzîkî navçeya Çinarê ye heywanên xwe diçêrandin. Leoparekî êrîşî wan kir û Mahmut Kaplan bi tivinga xwe ve leopar kuşt.
Tîmên tenduristiyê Kaplan rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Kaplanê ku ji milê xwe û 5 cihên xwe ve birîndar bû piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derket.
Şivan Kaplan diyar kir ku ew ji bo ku heywanên xwe biçêrîne çûye çolê û wiha axivî:
"Dema ku ez li cihekî zinar sekinîbûm ji nişkêve tiştekî xwe ji paş ve avête li ser min. Min fêm nekir ku ew çi ye. Ez û ew ji 1.5 metre ji bilindahiyê ketin erdê û nêzîkî 10 metreyan jî li erdê gindirîn. Cihê ku em li erdê ketin wî dîsa xwe avête li ser min. Bi derbeya pêncikên wî ez birîndar bûm. Dema ku ez hinekî ji wî dûr ketim, Mahmut Kaplan bi tivinga xwe ve leopar kuşt. Piştî vê min birin nexweşxaneyê. Birînên min tedawî kirin û ji bo harbûnê derzî li min xistin."
"Cara ewil e ku tê dîtin"
Prof. Dr. Murat Bîrîcîkê Endamê Hîndekariyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku li ser xeberê ew çû gund û wiha got: "Ev leoparek e, tiştekî kêm tê dîtin. Di sala 2010an de li Sîîrtê yêk hatibû kuştin. Ev yekem care ku tê dîtin û îspatkirin. Leopar ji kîjan cûreyî ye ev dê piştî lêkolînan bê eşkerekirin."
Midûrê Şaxa Parkên Netewî yên Parastina Xwezayê, yê Midûriyeta Herêma 15emîn a Wezareta Karên Avê û Daristanê Erdal Seven jî diyar kir ku tîm li ser leoparê lêkolÎnan dikin û wiha axivî: "Yekem care ku tê dîtin. Em dizanin ku leopar li Îranê dijîn. Ev heywan digerin, lê em nizanin ku çawa hatiye li vir. Heta niha li Diyarbekirê qet leopar nehatine dîtin. Ji bo ku li ser leoparê lêkolîn bê kirin me anî Fakulteya Veterineriyê ya Zanîngeha Dîcleyê."