03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da 3 çekên lûledirêj, 26 bombeyên destan û cebilxaneya rokêtavêja antîtank a 8 RPG-7ê hat dîtin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê bi şev li ser Bulvara Sîlwanê di wesaîtekê da 3 çekên lûledirêj, 26 bombeyên destan, 8 motorên sewqê ya rokêtavêjê, 3 hezar û 500 fişeng, melzemeyên tenduristiyê û cebilxaneya rokêtavêja antîtank a 8 RPG-7ê qefaltin.
Hat diyarkirin ku şofêr avêtin nezaretê û lêpirsîn dewam dike.