DIYARBEKIR
Li Kayapinara navçeya Diyarbekirê polês Alî Kiziloglû di êrîşa çekdarî de hat kuştin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr hat hildan, polês Alî Kiziloglû li ber mala xwe ya li Taxa Peyasê rastî êrîşa çekdarî ya kesekî ku hêj nasnameya wî ne diyar e hat.
Kiziloglûyê ku giran birandar bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê lê tevlî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Kayapinarê pêr jî polês Osman Bal ê ku pêşbirka Fenerbahçe-Galatasarayê temaşe kir û vegeriya mala xwe rastî êrîşa çekdarî ya kesekî ku hêj nasnameya wî ne diyar e hatibû û can dabû.