DIYARBAKIR
Li Diyarbekir germahiya hewayê ji 40 pîleyî zêdetir e û ji ber vê jî hejmara heywanên wek mer û dûpişkan zêde bû.
Di van deman de dûpişkên ku derdikevin holê, bi merivan vedidin û dibin sedema mirina însanan.
Ji ber pêvedana dûpişkan par li Diyarbekirê 56, li Batmanê 508, li Adiyamanê 510, li Mêrdînê jî 130 kes hatin tedawîkirin. Ji bo rê li ber pêvadanên dûpişkan bê girtin ekîbeke ku ji 105 kesan pêk tê hat avakirin û ev ekîp seranserê heftê bi şev û roj dixebitin.
Ev ekîp dema ji wan re xeber tê, diçin malên ku tê de dûpişk hene derman dikin û kesên ku dûpişk ew vedabin radikin nexweşxaneyê.
Serokê Daîreya Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Nedîm Yaşli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber germbûna hewayê dûpişk zêde bûn û herî zêde jî li Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Gazîanteb, Hatay û Kilîsê hene.
Yaşli destnîşan kir ku dûpişk piştî qêleqija evarê di saetên dereng de derdikevin holê û herî zêde jî di van deman de bi merivan vedidin û wiha pê de çû: "Dûpişk kêzikan dixwin, kêzik jî bişev di dema hînikayiyê de derdikevin holê û di wê demê de meriv jî ji ber ku di xewê de ne, dûpişk di van deman de bi merivan vedidin. Lê êdî wek berê însan ji ber pêvedanên dûpişkan namirin, tedawî li gor berê çêtir e. Ekîba me diçe cihê ku dûpişk lê hene û derman dikin û welatiyan agahdar dikin."