16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Piştî ku 3 roj berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo protestokirina qedexeya derketina derva ya li Sûrê û operasyonan banga çalakiyê kir, li Diyarbekirê xizmetên şaredariyê sekinîn û kuçeyên bajêr di nav çopê da man.
Piştî banga herdu partiyan û ji ber ku şaredariyên DBPyê xizmetên paqijiyê nakin, welatî mexdûr dibin. Li hin taxên Baglar, Yenîşehir û Kayapinarê 3 roj in çop nayên berhevkirin.
Li kolanên Emek, Hatboyu û Cengizlerê û li taxên Huzurevler û Mevlana Halît ji ber ku di çalakiyên bêdestûr da konteyner hatin qulibandin, li kuçeyan çop kom bûne.
Welatî ji ber vê rewşê bertekê nîşanî şaredariyê didin.
Ji welatiyan E.K. diyar kir ku şaredarî ji bo xizmetê hene û wiha got: "Şaredarî dibêje em li cem gel in, lê xizmetê nakin. Li taxa me 3 roj in çop nayên komkirin. Li ber avahiyên me çop hene. Tirsa me ew e ku em nexweş bikevin."
G.Y. jî diyar kir ku ji çopan bêhn derdikeve û got ku bila personel wesaîtên çopê bînin, emê bi destê xwe kom bikin.