Türkan Tosun
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
EDIRNE
Li Edirneyê di operasyona penaberên qaçax de 13 penaberên hewl didan bi dereqanûnî derkevin dervayî welêt hatin girtin.
Li gor agahiyan Tîmên Şaxa Trafîkê ya Herêmê ya Midûriyeta Ewlehiya Edirneyê li nêzîkî Ogulpaşaya gundê Havsayê kontrola trafîkê kir.
Tîman di wesayîtekê de 13 penaberên ji Sûriyeyê yên ku hewl didan bi dereqanûnî derkevin dervayî welêt tespît kirin û ew teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Edirneyê kirin.
Şofêr N.K û A.Ayê ku qaçaxçitiya penaberan dikir hatin girtin.