17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
WASHINGTON
Li qeraxê bakurê rojava yê Ekvadora welatê Amerîkaya Başûr, bi lerza 7,8an erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Lêkolînên Jeolojîk ên Amerîkanê hat dayîn, erdhej nêzî 40 saniyeyan dewam kiriye û 19 kîlomêtre di bin erdê da çêbûye. Navenda erdhejê jî di nav behrê da 27 kîlomêtre dûrî bajarê qerax ê Muîsneyê ye.
Alîkarê Serokê Dewleta Ekvadorê Jorge Glas ragihand ku li gor tesbîtê heta niha 28 kes di erdhejê da mirine.
Hat gotin ku di erdhejê da li bajarê lîman Guayaquilê herî kêm malek û dirbeke ser rê hilweşiyaye.
Navenda Hişyariyê ya Pasîfîk Tsûnamiyê jî ji ber talûkeya tsûnamiyê hişyarî da gel. Li Perûya welatê cînar jî hişyariya tsûnamiyê hat dayîn.
Ekvador dikeve rojavayê Amerîkaya Başûr û di nabeyna okyanûsa Pasîfîk, Kolombiya û Perûyê.