ELAZIG
Li Elaziga ku bi tiriyên xwe yên xas tê nasîn berhevkirina tiriyan didome.
Tiriyên cûr be cûr yên ku di nav de tiriyên bi navê "çavê ga" jî heye di piyaseya hundir de tê firotin. Fabrîqe û gundî tiriyan dixin bastîq, dims û şerab.
Li gundê Kiraçê yê li ser navêndê welatî tiriyan bi meqesan dibirin, dixin kasayan û barî traktoran dikin û ji bo firotanê dişînin bajêr.
Omer Atêşê ku xwediyê rez û baxçeyên tiriyan bi nûçegihanê AAyê re axivî û got ku li herêmê berhevkirina tiriyan dewam dike.
Ateş got ku gundê wan ji hêla rezan ve pêş ve çûye û tiriyan dişîne Rojhilata Anadoluyê û Rojhilata Başûr ya Anadoluyê. Ateş wiha axivî: "Heta Stenbolê jî tiriyên herêma me diçin. Li vir heta dawiya meha mijdarê berhevkirina tiriyan didome. Dema ku berf û baran dest pê dike, serma çêdibe em konan dikşînin li ser. Kon di sermayê de heta derceya -3ê û -4an jî tiriyan diparêze."