Feride Pelin İnal
22 Nîsan 2021•Rojanekirin: 24 Nîsan 2021
Li Entabê tirşika behîvan ya di nav xwarinên bajêr da gelek navdar e biharê sifreyan dixemilîne.
UNESCOyê di qada gastronomiyê da Entab li ser lîsteya bajarên di xwarinê da navdar in zêde kiriye ku li bajêr biharê xwarineke bi navê "tirşika behîvan" tê çêkirin.
Ev xwarin ji behîvên ter, nok, goşt, mast û zefranê tê çêkirin.
Aşpêj Mehmet Alî Durak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku behîv biharê qasî mehekê derdikevin ev xwarin jî dema behîvan tê çêkirin.
Durak got ev xwarin bi mast û bi salçeyê du cureyan tê çêkirin û wiha behsa çêkirinê kir: "Dendikê behîvan tê derxistin û ew tên kelandin. Qasî 2 saetan ew disekine. Di qoşxaneyekê da goşt û nok bi xoyê va heta ku nerm bibin tên kelandin. Paşê behîvên kelandî, sîr û pîvaz li ser tê zêdekirin. Ji aliyekî din 3 îskan mast, hêkek û rûnê zeytê hinekî tê kelandin û ava xwarinê hindik hindik li ser tê zêdekirin. Dema mast keliya ew li ser xwarinê tê zêdekirin. Paşê rûn, îsot û zefran tê qijirandin û li ser xwarinê dikin."
- "Ev xwarineke berê ye"
Durak got li tebîetê çi hebe gelê Entabê hildaye û wek xwarin çêkiriye ku ji ber vê cureyê xwarinên vir zêde ne.
Durak anî ziman meriv ewil wisa zen dikin ev xwarin tirş e lê piştî dixwin jê tahmê digirin û wiha devam kir: "Ji bilî vê xwarina şiloran, kebaba kemeyê, xwarina kemeyê heye. Tirşika behîvan xwarineke berê ye. Salçe û firîngî di salên 1900î da derdikin meydanê. Xwarinên bi mast, tirşa henarê û bi dimis va tên çêkirin xwarinên berê ne. Li Entabê berê darên behîv, guz û fêkiyan zêde bûn, gel jî bi van va xwarin çêkiriye. Li bajêr Ereb, Tirk, Kurd, Ermenî û Îbranî gelek qewm jiyane ku ji ber vê bajar ji hêla mitbax û xwarinan va dewlemend e."