Günay Nuh
04 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2022
Li navçeya Goleyê piştî erdhejê li mexdûrên erdhejê xurek û zad tê belakirin.
Li gundên ser navçeyê malên berê yên ku ji keviran hatine çêkirin, di erdhejê da xesar dîtin. Piştî erdheja ku di 27ê îlonê da çêbû, hê jî erdhejên zêdebar çêdibin.
Ji ber vê yekê welatî newêrin têkevin malên xwe. Wezîfedarên Heyva Sor a Tirk xurek û zad li welatiyan bela dike.
Serokê Şaxa Erdexanê ya Heyva Sor Ozcan Şenturk ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew her roj xurek li 2 hezar û 500 kesan bela dikin.
Şenturk daxuyand ku ew rojê sê danan xurek bela dikin û wiha dewam kir, "Me di serî da xurek dida hezar û 500 kesan, lê paşê me ev jimar derxist 2 hezar û 500î. Em wekî Heyva Sor a Tirk xebatên xwe bi baldarî didomînin. Ji kêliya ku erdhej çêbû û heta niha em li qadê ne. Mebesta me ew e ku em ligel welatiyên xwe bin û xurekê germ bigihînin wan."
Mixtarê gundê Kuçukaltunbulakê Kadîr Çalikiran jî diyar kir ku Heyva Sor a Tirk belakirina xurek didomîne û wiha dewam kir, "Ji aliyê xurekê germ va tu pirsgirêk tuneye. Ji bo belakirina xurek em jî alîkariyê didin Heyva Sor a Tirk."